Sunday, November 27, 2005

Ji bo raya giştî!

Li berdewamiya siyaseta înkarker a dewleta Tirk li hember gelê Kurd,di wan rojên dawîn de, sîstema şerê taybet kampaniyek berfireh li dijî Roj TV daye destpê kirin. Di wê kampaniya dûr ji hemû pîvanên demokratîk de, hewl tê dayîn deng u rengê gelê Kurd bê birrîn, u civaka navneteweyî jî bibe hevdengê zêhniyeta dijkurde deselatdar li Turkiyê. Bi salane kampaniyên dijdemokratîke dewleta Turk, car gel, car saziyên demokratîk, car çapemenî u carna jî takekesên Kurd bi hedef digrin. Wê carê jî daxûyaniyek fermî li ser navê Mudîriyeta Emniyeta Giştî hatiye weşandin u ez, bi navê ku goya berpirsiyarê Roj TVê bûme wekû belgeya girêdana televîziyonê bi PKKê re hatime nîşan dan. Armanca dewleta Turk ji wê daxûyaniyê ewe ku beşdarbûna min di programek Roj TVê de wekû belge bide nîşan dan u li ser wê bingehê rewabûnê (meşrûiyetê) bide daxwaza xwe ya daxistina televîziyona Roj TV.

Balkêşe ku medya Turk, bi rojname, TV u hemû navgînên dine ragehandinê ve, ew daxûyaniya Rêveberiya Asayişa Turk bi awayek berfireh weşandin u ji bo bêdeng kirina dengê gelê Kurd carek dinê bûne rêveberê siyaseta deselatdar.

Ew daxûyanî u kampaniya li pey wê re ketî rojevê, hin dûr ji mentiq u rastiyê ne ku pêwîstî bi bersiv danê nake. Ji bo raya giştî veşartî nîne ku mebesta Turkiyê ji kampaniyek bi wî awayî, berî her tiştî ewe ku meşrûiyetê bide siyaseta xwe ya dijminkar li hember daxwaziyên rewa ye gelê Kurd. Lê gelê me bi salane ew siyaset red kiriye u niha li hemû bakûrê Kurdistanê bi awayên cuda propagenda u bi giştî siyaseta bi kîne dewletê rojane protesto dike. Serhildanên li Şîrnex u Gewerê belgeyên herî zindiye wê rastiyê ne. Di asta navneteweyî de jî niha roj bi roj zêdetir zêhniyeta înkarkere Turkiyê dikeve ber rexneya raya giştî u alîgirên demokrasiyê. Kampaniyan nûye dewletê, tenê reaksiyonek bê encam li hember wê rewşê de ye.

Ez, her tim bi erka xwe ya însanî u neteweyî dizanim ku ewa li destê min bê ji bo pêşve birin u bidest xistina daxwazên meşrû u neteweiye gel li hemû beşên Kurdistanê de bi awayek aştiyane u demokratîk encam bidim. Li ser wê bingehê, hem li Kurdistan u hem li koçberiyê her tim hewla min ew bûye hindî bikaribim bi wê pîvanê re girêdayî bimînim. Lê her çend di salên derbazbûyî de min di rêzên tevgera Kurdistanê de
berpirsayetiya siyasî hebe jî, çi têkiliyên min yên siyasî an rêveberiyê bi Roj TV an dezgehên dine çapemeniya Kurdistanî li derweyî welat re nebûne. Li derweyî wê çendê, beşadariya min ya di meydana çapemeniyê de, di çarçoveya şirove u ragehandina ramanê de, ne tenê bi Roj TV re, belkû bi gelik kanalên ragehandina dine Kurdî li hemû beşên Kurdistanê re hebûye u wê ji niha u pêve jî hebe. Hevpeyivînên min yên bi Roj TV re her tim di wê çarçoveyê de bûne.

Ji wê bi der, niha demek dirêje ku tu girêdana min ya rêkxistinî bi çi partî an aliyên siyasiye Kurdistanê re nîne. Di heman demê de, ez xwe bi dostê hemû partî u rêkxistinan dizanim ku ji bo nirxên hevbeşe mirovatiyê u mafên gelê Kurd kar dikin. Ji bo min pîvanên demokratîk u nirxên mirovatiyê ku di konvansiyonên cîhaniye mafê mirovan de hatine, nirxên herî bilindin, u Kongra Gel jî di nav de, her rêkxistinek Kurdistanî ku bo bi destxistina mafê gelê Kurd di wê çarçoveyê de kar bike, ciyê piştgiriya minin.

Roj TV dengê Kurdistanê ye u, li hember hêrişa nemeşrûe Turkiyê de, parastina Roj TV, erka min u her mirovek demokrat u niştîmanperwere.

Abdullah Hicab
27.11.2005